TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzgeha Semsûrê çûn û hatina bajêr qedexe kir

Admin M
Nivîskar
📅 03 nîsan 2020 01:57

PeyamaKurd- Parêzgeha Semsûrê (Adıyaman) çûn û hatina nav bajêr û navçeyên wê qedexe kir. Qedexe bi biryara komisyona Hifzisihhayê hat danîn. Parêzgeha Semsûrê bi nivîskî ragihand ku heya 30 yê nîsanê ew erebeyên ku tên bajêr eger yên tedarekê, tenduristiyê an yên hilberînê bin, xem nake lê di derveyê wan de, hemû çûn û hatinên bajêr û navçeyan, hatiye qedexekirin.

Belkî di nava temamên tedbîrên nav Tirkiyê û Kurdistana bakûr de, tedbîra herî baş û ya tund li Semsûrê hatiye danîn.

Parve bike: