TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzgerê Hasekiyê bi heyetên NY û alîkariyê re civiya

Admin M
Nivîskar
📅 25 adar 2026 22:27

PeyamaKurd – Parêzgerê bajarê Hasekiyê Nûreddîn Ahmed civînekî berfireh bi heyeta Neteweyên Yekgirtî, dezgeyên xêrxwaz yên dinyayê, rêvebiriya avê, rêvebiriya karên civakî, Heyva Sor ya Sûriyê, Heyva Sor ya Kurd re ji bo rewşa herêmê ya mirovî gotûbêj bike civiya.

Di civînê de li ser rewşa mirovî ya deverê, zerara ku di demên dawiyê de ji lehiyê dîne, şertên jiyanê yên di kampan de û pêvajoya koçberên ku ji ser warên xwe rabûne û koç kirine, ji bo destekkirna wan raveyan kirin.

Di civînê de li ser îstasyona ava Elokê axifîn û ji bo avê bidin bajêr, behsa çareseriya mijarê kirin. Parêzer Nûreddîn Ahmed ji bo pêdiviyan pêkbînin behsa girîngiya xebata bi hev re kir.

Ahmed, behsa xebitandina istasyona avê ya Elokê kir ku karekî divê bi bilez çareser bibe û kesên ji lehiyê zerarê dîne, divê alîkariya ji bo wan bê zêdekirin.

Parve bike: