Kurdistan
Parêzgerê Hewlêrê: Hun mecbûr nebin dernekevin derve
PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnaw bi sedema barîna barana zêde ji ber li Hewlêrê lehî rabû bang li hemwelatiyan kir ku heya mecbûr nebin kes nederkeve derve. Xoşnaw ji K24 ê re ragihand ku li gelek deverên Hewlêrê lehî rabûye.
Xoşnaw got ku tîmên rêvebiriya parastina sîvîl yên Hewlêrê di nav xebatê de ne ku alîkariya hemwelatiyan bikin û bi taybetî ji ajotvanan xwest ku rêya Hewlêrê û Pîrmamê bikarneynin.
Parêzger bang kir ku alîkariya tîmên sîvîl bikin, dernên derve û heya niha gelek rê ji ber lehiyê hatine girtin.