Parêzgeriya Xarpetê qedexeyên ji ber civîna NATOyê ragihand
PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Xarpêtê (Elazığ) bi serdeme civîna NATOyê ya 36em ku dê li Ankara di 7-8ê Temmûzê de bibe, temamê çalakiyên dê bên kirin ji bo 14 rojan qedexe kir.
Gelek parêzgehên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê bi sedema civîna NATOyê çalakiyan qedexe dikin û tedbîrên xwe distînin.
Parêzgeha Xarpêtê ragihand ku wê ji 52 welatan serokên dewletan û hukumetan bi heyetên xwe ve tevlî civîna NATOyê ya li Ankara bibin.
Di vê çarçova navborî de, parêzgeha Xarpetê temamê çalakiyan li navenda bajêr û navçên bajêr qedexe kir. Di biryara qedexê de meş, civînên vekirî û yên ciyên sergirtî, ragihandina çapemeniyê, rûniştin, vekirina stendan, kampanyayên îmzayan, vegirtina konan, meşale, belavkirina belavokan û namilkeyan tev hatine qedexe kirin.
Biryar ji 29ê Hezîranê destpêkiriye û heya roja 12ê Temmûza 2026an seet 23.59an dê dewam bike.