Kurdistan
Parlamana Kurdistanê bi rojeva xalên sînorî civînekê pêk tîne
PeyamaKurd - Biryar e berî dawî hatina vê mehê, Parlamana Kurdistanê bi beşdariya 4 wezîran li ser xalên sînorî civînekê pêk tîne.
Li gor zanyariyên berdest Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên Çandinî, Pîşesazî, Navxwe û Darayî dê beşdarî civîna ku gotûbêja li ser xalên sînorî bibin.
Herwiha desteya destpakiyê jî raportek li ser xalên sînorî daye encûmena wezîran û kêmasiyên xalên sînorî di raportê de rawe kiriye.
Armanca sereke ya civîna parlamanê pêdeçûnê hikûmetê li ser xalên sînorî ye.