Kurdistan
Parlamena Kurdistanê roja Sêsemê civîneke taybet li dar dixe
PeyamaKurd - Seroka Perlemana Kurdistanê Rêwaz Fayîq daxwaz ji hemû perlemanterên xula pêncem a Kurdistanê kir ku roja Sêşemê (17.11.2020) beşdarî kombûna Perlemanê bibin.
Hat ragihandin ku rûniştina roja Sêşemê li ser mijara guftûgokirina yasaya deynan a Iraqê û qutkirina mûçeyên Herêma Kurdistanê ye ku bêyî beşdarî û daxwaza Kurdan bi dengên şîe û suneyên Iraqê hatiye pesendkirin.
Li gorî banga Serokatiya Parlamenê wê aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Kurdistanê beşdarî civînê bibin.