TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamena Libyayê 12 mercên danûstandinan eskere kir

Admin H
Nivîskar
📅 26 sibat 2020 00:36

PeyamaKurd - Piştî rawestandina hevdîtinên li Cenevreyê yên hikûmeta Wîfaq û Artêşa Niştîmaniya Libyayê (ANL), parlamena bi ser Artêşa Niştimanî ve, 12 mercên tevlîbûna danûstandinan ragihand.

Parlamena Lîbya ragihand, ew ê beşdarî civîna bê nebin, ji ber şandeya Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê her 13 nûnerên wan erê nekiriye.

Lê Meclîsa Dewletê ya hikumeta Wîfaqê jî ragihand ew ê li benda pêşketinên danûstandinên leşkerî bimînin.

Di nava mercên parlamenê de, jihevxistina komên çekdar û komên bi ser Wîfaqê ve û tenê çek di destê Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî de bin.

Parlamenê herwiha avakirina Meclîseke Serokatiyê, hikumeteke Niştimanî û hilbijartên parlamenî û serokatî jî hatin xwestin.

Piştî civînên danûstandinên leşkerî bo agirbestê, tê hêvîkirin ku forumeke siyasî ya bo Libyayê sibe li Cenevreyê were lidarxistin.

Parve bike: