TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamentarên Fransî serdana Rojava kirin û xwestin…

Admin S
Nivîskar
📅 23 rêbendan 2019 14:43

PeyamaKurd – Grûbek parlamentarên Fransî ji bo danûstandinan û rewşa deverê ji nêz ve bibînin serdana Rojavayê Kurdistanê kirin. Parlamentara Fransî Mathnilde Panot got, divê Fransa ji bo piştgiriya Rojava fişarê li ser hemû welatên Ewropî bike.

Panot ji televizyona K24ê re axivî û bal kişand ser ku divê Fransa zêdetir rolê bigire ser xwe û fişarê li hemû welatên Ewropayê bike daku piştgiriyê bidin Kurdan, ji ber ku bi biryara vekişîna Amerîkayê re metirsiyên li ser wan zêde bûne.

Panot got, “Em pêşniyar dikin ku li Rojava herêma ji firînê re qedexe were ragihandin” û diyar kir, “Kurd di têkoşîna dijî DAIŞê de herî li pêş bûn. Divê neyê jibîrkirin.”

Parve bike: