Kurdistan
Parlamenterê Kurdistanê: Mûçe sibe wê bêne dayîn
Endamekî parlamentoya Kurdistanê ragihand ku hikûmeta Iraqê sibe mûçeyê karmendên Kurdistanê rê dike.
Parlamenterê Kurdistanê û endamê Lijneya Darayî, Şêrko Heme Emîn ragihand ku li gorî agahiyên bi dest me ketine hikûmeta Iraqê wê sibe muçeyên karmendên Kurdistanê bide.
Şêrko Heme Emîn wiha got: “Sibê, tenê mûçeyê karmendên wezaretên Perwerdehî û Tenduristiyê wê were dayîn, me’aşên wezaretên dî jî wê piştî Newrozê werin dayîn.
Şêrko Heme Emîn wiha dewam kir; “Ew mûçeyên ku sibe wê werin dayîn, me’aşên heyva çiriya paşîn a 2017an e.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beriya niha gotibû ku wê beriya Newrozê mûçeyên wezaretên Perwerdehî û Tenduristiyê bên dayîn.