TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamentoya Iraqê ji bo êrîs û binpêkirina serweriya Iraqê tu biryar neda

Admin L
Nivîskar
📅 23 mijdar 2022 14:00

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê di civîna taybet a ji bo êrîş û binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê welatên cîran ve, tu biryar neda.

Li gor zanyariyan, Parlamentoya Iraqê îro roja Sêşemê 22yê Mijdara 2022yan derbarê parastina serweriya welatê xwe de ku di civîneke girtî û neçaverêkirî de hat lidarxistin, endamên Parlamentoyê nekarîn li ser helwestekê ji bo bersivdana êrîşên wan bigihîn rêkeftinekê.

Herwiha ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Segvan Sindî eşkere kir, Parlamentoya Iraqê biryar da ku civîneke hevbeş di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo welatên cîran were lidarxistin.

Parve bike: