Parlamentoya Îraqê Parêzgarê Nînowayê ji kar dûrxist
PeyamaKurd - Li ser pêşnîyara Serokwezîrê Îraqê Adil Evdilmehdî Parlamentoya Îraqê Parêzgarê Nînowayê ji kar dûrxist.
Roja Pênşema borî (21.3.2019) ferîbotek li ser çemê Dîcleyê noqî avê bûbûdi encamê de 120 kesan canê xwe ji dest danbûn. Serokwezîrê Îraqê Adil Evdilmehdî bi fermî daxwaz ji Parlamentoya Îraqê kir ku parêzgarê Nînowayê Nofel Hemadî Agob ji ber xemsarîyê ji kar were dûrxistin.
Berî demekê Parlamentoya Îraqê di rûniştineke taybet da derbarê bûyera Mûsilê biryara dûrxistina parêzgarê Nînowayê ji kar hatdayîn û bo dadgehê hat veguheztin bo lêpirsînê.
Di civîna Parlamentoya Îraqê da jî 6 biryarên din derbarê rewşa Mûsilê hatin wergirtin, biryar derbarê başkirina rewşa ewlehîyê, xizmetguzarîyê û çavdêrîya cihên di bin kontrola milîsan de bûn, herweha girtina baregehên neyasayî û dûrxistina herdu cîgirên parêzgar jî.