TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamentoya Kurdistanê îro dicive

Admin L
Nivîskar
📅 25 gulan 2021 13:29

PeyamaKurd – Parlamentoya Kurdistanê îro ji bo di derbarê tewanên kuştin û xwekuştinê de guftûgoyan bike, dicive.

Biryar e îro 25.05.2021ê di saet 11:00an de, Parlamentoya Kurdistanê civîna xwe ya jimare 14 ya asayî ya dema biharê, sala sêyem a demsala pêncem pêk bîne.

Bernameya karê civînê wiha ye:

Yekem: Hevdîtin li ser pêşneyara Parlamenter Ebdulstar Mecîd Qadir a derbarê dîtina derfeta kar bi rêya bitevger xistina kargehan ve.

Duyem: Hevdîtin û guftûgo li ser diyardeya tewanên kuştinê bi giştî û kuştina jinan û xwekuştina wan û bi amadebûna aliyên pêwendîdar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Sêyem: Xwendina duyem bo pêşneyaryasaya ‘‘Nûjenkirina yekem yasaya hejmar 3 ya sala 2019ê ya yasaya wan zeviyên ku li sînorê şaredariyan de zêdegavî li ser hatiye kirin li Herêma Kurdistan – Iraqê.

Parve bike: