TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamentoya Kurdistanê îro projeya çaksaziyan guftûgo dike

Admin H
Nivîskar
📅 12 rêbendan 2020 15:30

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Parlamentoya Kurdistanê îro Yekşemê projeyasaya çaksaziyê ya derbarê mûçe, hebûn û îmtiyazan de guftûgo dike.

Hat zanîn dê parlamento îro li demjimêr 11:00ê ji bo xwendina duyem ya projeyasaya çaksaziya mûçe, hebûn, bexş kirin û îmtiyazan bicive û wan sernavên çaksaziyan guftûgo bike.

Parlamentoya Kurdistanê xwendina yekem ya projeyasaya çaksaziyê di civîna 16ê meha borî de encam dabû û di wê civînê de bi piraniya dengan pênaseya bilez bo projeyasayê hatibû kirin ji bo de demeke kurt de were pejirandin.  

Parve bike: