Parlamentoya Kurdistanê li ser pêsniyaryasaya maf û erkên nexwesan dicive
PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê bi vexwandina duyem, li ser mijarên projeyasaya lixwegirtina karmendan û pêşniyaryasaya maf û erkên nexweşan li Herêma Kurdistanê îro dicive. Civîna wê di saet 14:00an de destpê bike.
Pêşniyaz ji 17 madeyan pêk tê û gelek mafên sereke dide nexweşan. Li gorî projeyasaya maf û erkên nexweşan li Herêma Kurdistanê, Encûmena Wezîran, encûmeneke hertimî ji bo sikalayên welatiyan û şaşiyên pizîşkî pêk tîne û herwiha divê Wezareta Tendirûstiyê jî rênima û peyrewê bicîkirina wê yasayê der bike.
Endamê Komîteya Tendirustiyê ya Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid diyar dike, armancên sereke yên pêşniyazeyasaya maf û erkên nexweş, rêkxistina maf û erkên nexweş, bilindkirina asta hişyariya nexweş, derbarê erk û mafên wî û herwiha pêşxistin û geşkirina kerta tendirustî, parastin û dabînkirina mafên nexweş in.
Li gor pêşniyazeyasayê, mafên sereke yên nexweş wiha ne:
- Baştirîn û nûtirîn corê pişkinînê û çareseriya pêwîst
- Nexweş li ragihandinê û medyaya civakî neyê nîşandan
- Bijîşk di yek demê de, tenê yek nexweşî dibîne
- Wergirtina razîbûna nexweş berî encamdana neştergeriyê
- Ti corê zanyariyên nexweş bi bê razîbûna wî neyê dan bo kesekî
- Diyarkirina têçûya nexweşxaneyê û çareseriyê ji bo nexweş
- Mafê mîratgir yan parêzerê nexweş heye ku gilî û daxwaza qerebûkirinê bike
- Herwiha erkên nexweş jî li gor pêşniyazeyasayê bi vî awayî ne:
- Pabendbûn bi yasa û rênimayan
- Rêzgirtin li karmend û dezgehên tendirustî
- Parastina kelûpel û amêrên nexweşxaneyê
- Pabendbûn bi rênima û qewîtiyên xizmetguzariyê
Pêşniyaza vê yasayê tekeziyê li ser parastina mafên nexweşan dike, lê nîşanê bi wê yekê jî dide, ku divê mafên bijîşk û karmendên tendirustiyê jî bi baştirîn şêwe parastî bin.
Civîna Parlamentoyê piştî bêhtir ji 6 mehan e vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê belav bûye û di vê demê de jî gelek caran kêşe di navbera kesûkarên nexweş û hin ji karmendên tendirustiyê de derketine pêk tê.