TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamentoya Kurdistanê mijarên bazirganî û bihayiyê gotûbêj dike

Admin H
Nivîskar
📅 12 hezîran 2022 15:34

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 12ê Hezîranê roja Yekşemê Parlametoya Herêma Kurdistanê, bi beşdariya Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Hêrêma Kurdistanê, rewşa bazarê û bilindbûna nirxê pêdiviyên jiyanê wê gotûbêjan bike.

Li gorî ragihandina Dîwana Serokatiya Parlementoya Kurdistanê, wê di civîna îro de, rewşa bazarê were nirxandin û li ser bilindbûna bihayê pêdiviyên jiyana rojane gotûbêj bên kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku wê di civînê de, bi taybet rewşa xelkê Kurdistanê û bandora bihayiyê li ser jiyana rojane were nîqaşkirin ku ji ber pandemiya korona û şerê Ukrayna-Rûsya li seranser cîhanê krîzeke xurekê jî rû daye.

Parve bike: