TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlemana Kurdistanê sibe dicive û deng dide kabîneya nû

📅 09 tîrmeh 2019 16:55

PeyamaKurd - Parlemana Kurdistanê sibê 10ê Tîrmehê roja Çarşemê, dicive û deng dide pêkhateya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesûr Barzanî û cîgirê wî û wezîr sonda yasayî dixwin.

Li gorî zanyariyên berdest, Parleman amadekariyên civîn û dengdana li ser kabîneya nû û rê û resma sondxwarina serokwezîr, cîgir û wezîran temam kiriye.

Îro CVyên namzedên kabîneya nehem ya hikûmetê gihîştin destê parlemanteran, li gor bernameya kar jî sibe demjimêr 11:00an civîna Parlemanê ji bo dengdana li ser kabîneya nû destpê dike.

Hêjayî gotinê ye ku duhî raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî lîsteya pêkhateya kabîneya pêşniyarkirî radestî Parlemana Kurdistanê kiribû.

Parve bike: