TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlementerê PDK ê: Em bi Amerîkayiyan re li ser Kerkûkê axifîn

Admin M
Nivîskar
📅 24 mijdar 2021 04:00

PeyamaKurd – Parlementerê PDK ê yê Kerkûkê Şaxewan Abdullah ragihand ku bi dîplomatên Amerîkayê re li ser rewşa Kerkûkê axifîne. Şaxewan Abdullah, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku li ser daweta serkonsulisiya Amerîkayê ya Hewlêrê li ser rewşa Kerkûkê civînekî kirine.

Di civînê de li ser ewlehiya Kerkûkê, girîngiya dagera Pêşmerge ya ji bo Kerkûkê, rolsitendina Pêşmerge li herêmê, hêzên hevpar, îşxala araziyên Kurdan, siyaseta Erebkirinê, gendelî, kêmasiya xizmeguzariyê û jiyana pêkehateyên Kerkûkê ya bihev re, li ser van mijaran axifîne.

Di civînê de ji bo çareseriya pirsgirêkên Kerkûkê behsa girîngiya koordînasyonê hatiye kirin.

Piştî 16 ê cotmeha sala 2017 an kiribûn ku Pêşmerge terka Kerkûkê bike û di şûna wan de hêzên Iraqê û Haşdî Şabî bicîh bûn.

Parve bike: