TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlementerekî YNKê: Wê heta du rojan PDK û YNK li hev bikin

📅 25 hezîran 2019 15:09

Peyamakurd - Parlementerê YNKê Zikrî Zêbarî ragihand ku PDK û YNK heta dawiya vê heftiyê wê li ser pirsgirêkên xwe li hev bikin.

Parlementerê Kurdistanê û endamê firaksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Zikrî Zêbarî ji medya Kurdistanê re got, hewil û xebatên lihevanîna PDK û YNKê li ser pêkanîna hikûmetê û çareseriya pirsgirêka danîna parêzgarekî nû bo Kerkûkê didomin.

Zikrî Zêbarî her wiha got, bi texmîna min hetan dawiya vê heftiyê yanê du rojên din (27 vê mehê) her du partî dêli hev bikin.

Wî parlementerê YNKê da zanîn, YNKê navê du namzedan bo parêzgariya Kerkûkê daye PDKê û got, yek ji wan Xalid Şivanî ye û yê din jî Cemal Tahîr e.

Parve bike: