TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlementoya Kurdistanê ji bo dengdana pêewletiyê dicive

📅 08 tîrmeh 2019 15:55

PeyamaKurd – Parlementoya Herêma Kurdistanê 10ê Tîrmehê ji bo dengdana pêewletiyê ya hikûmeta nehemîn dicive.

Li gorî ragihandin Serokatiya Parlamentoyê, Parlamentoya Kurdistanê 10ê Tîrmehê roja çarşemê saet 11an dicive.

Hat diyarkirin ku di danîşîna 10ê mehê de wê dengdana pêewletiyê were kirin û wê bawerî bi hikûmeta nû bêdayîn; wê serokwezîr û wezîr sond bixwin û bifermî dest bi wezîfê bikin.

Ji hemû parlamenteran hat xwestin ku di danişînê de amade bin.

12ê Hezîranê Mesrûr Barzanî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ji bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî Serokwezîr hatibû erkdarkirin û tê çaverêkirin ku Serokwezîrê erkdarkirî Mesrûr Barzanî di nava mehekê de Hikûmeta Nehem a Kurdistanê ava bike û ji bo dengdanê pêşkeşî parlamentoyê bike.

Parve bike: