Partiya DEMê hevsaredara xwe ya Hezexê îxrac kir
PeyamaKurd – Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ragihand ku Hevşaredara Hezexa navçeya yê Şirnexê Turkan Kayir ji partiyê hatiye îxrackirin.
Di daxuyaniyê de ya bi sernavê “Divê vîna gelê Hezexê yê ku jiyana azad ava kir, ji gelê Hezexê re bê hiştin” wiha hat gotin:
“Di hilbijartinên 31ê adara 2024an de gelê Hezexê bi biryardarî li ber xwe da û bi %71.27ê dengan partiya me erê kir. Piştî hilbijartinan weke Partiya DEMê û pêkhateyên wê yên sazî û dezgehî, me weke prensîba xwe ya bingehîn destnîşan kir ku em wêraniya qeyûm ya 8 sal in li Hezexê hatiye kiriye, ji holê rakin. Lê belê me dît ku hinek kes dixwazin wêraniya ku bi salan e ku qeyûman kiriye bidomînin.”
Daxuyaniyê weha dewam kir:
“Mixabin di vê heyama 8 mehan de hat dîtin ku nêzîkatiyên ku nirx û prensîbên têkoşîna me ya demokratîk ji nedîtî ve tên, xizmeta gel esas nagirin, îradeya hilbijartinê paşguh dikin, bi zîhniyeta dijpartiyê hene ku hewl didin weha tevbigerin û hewl didin hene ji bo ku şaredariyê bi rêya têkiliyên serdest û bindestan bi rê ve bibin.
Hewldan û xebatên avaker ên demdirêj ên partiya me ji nedîtî ve hatin, nêzîkatiyeke ku di xwe de israr dike, derket pêş. Ji ber vê yekê Hevşaredara Hezexê Turkan Kayir û Endamê Meclîsa Şaredariyê Ekrem Şîmşek sewqî Lijneya Disîplînê ya Şirnexê ya Partiya DEMê hatine kirin.
Pêvajoyên dîsîplînê yên der barê Kayir û Şîmşek de ji aliyê lijneyên me ve hatin nirxandin û bi dawî bûn. Komîteyên me yên dîsîplînê biryara îxrackirina Kayir û Şîmşek ji partiya me da.”