TR KU SO
FB X
Kurdistan

Partiyên Kurd bi yek lîsteyê dê bikevin hilbijartinan

Admin M
Nivîskar
📅 28 îlon 2019 22:23

PeyamaKurd- Îro partiyên Kurdistan a Iraqê li hev civiyan û bo hilbijartinên sala 1 ê Nîsan a 2020an ku dibe li seranserê Iraqê hilbijartinên meclisên bajaran çêbibin, li hinek bajaran û deverên ku li ser wan arîşe di navbera Bexda û Hewlêrê de hene, biryarê dan ku bi yek lîsteyekî tevlî hilbijartinê bibin. Di nava wan partiyên Kurdistanê de 9 partî hene û ew jî ev in:

PDK, YNK, Goran, Yekgirtû, Komel, Bizotnewe, Partiya Komunîst, Partiya Sosyalîst û Partiya Kedê. Partiyên Kurdistanê di navbera xwe de bi navê “Koalîsyona Kurdistanê” yekîtiyekî avakirin û dê li Kerkûkê, Mûsilê, Diyala û Selahaddînê bi yek lîstê bikevin hilbijartinan.

Koalîsyon her weha bangê li partiyên ku di derveyê koalsîyonê de mane kir da tevlî koalîsyonê bibin.

Parve bike: