TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdaran li ser sînorê Basûr-Rojhilat 4 kolber birîndar kirin

Admin H
Nivîskar
📅 22 îlon 2020 19:44

PeyamaKurd – Pasdarên rejîma Îranê li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de 4 kolber bi êrîşa guleyan birîndar kirin.

Hat ragihandin ku şeva borî li herêmên sînor ên parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, leşkerên Îranê êrîşî komek kolber kirin û di encama wê êrîşê de 4 kolber birîndar bûn.

Birîndar ji bo nexweşxaneya Pawe hatin rakirin ku navê sisê ji wan kolberan Ayet Xudadadî, Hîdayet û Namdar in.

Parve bike: