Pasdaranên Îranê 8 welatiyên Kurd binçav kirin!
PeyamaKurd- Muhafizên Îranê yên tixûban yên bi navê Pasdaran, li Kurdistana Başûr li ser tixûbê Rojhilatê Kurdistanê li herêma Sîpaha Sîdekan 8 şivanên Kurd binçav kirin. 950 pezên wan jî dest danîn serê.
Rêvebirê navçeya Sîdekan Îhsan Çelebî di derbarê bûyerê de agahî dane çapemeniya Kurdî. Çelebî wiha axivî: Li Zozanê Xumarî û Kelaşînê 8 şivanên Kurd ji aliyên pasdaran ve hatin binçavkirin. Navên kesên ku hatine binçavkirin ev in: Muamer Xidir Nîmet, Ferhat Mexdît Mîmet, Kerîm Dîno Îsmaîl, Eyşê Xidir Nîmet, Besê Xidir Nîmet, Mexdît Nîmet, Seîd Hesen û Bas Simayîl.
Li gorî agahiyên Çelebî aqîbeta kesên ku hatine binçavkirin, ne zelal e.
Çelebî got ku ev insan debara xwe bi heywanan dikin. Em nizanin Îran çi ji van insanan dixwaze û çima wan binçav dike.