TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdarên Îranê carek din kolberekî Kurd birîndar kirin

Admin L
Nivîskar
📅 03 mijdar 2021 15:30

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd birîndar kirin.

Li gor malpera mafê mirova ya Hengaw ragihandiye, do li devera Şoşmê ya nahiya Newsûd ya bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşan, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan û di encama wê êrîşê de kolberekî Kurd bi navê Erkan Mistefayî (25 salî) bi giranî birîndar bû.

Tê gotin ku rewşa wî kolberê birîndar baş nîne.

Parve bike: