TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdarên Îranê du kolberên Kurd birîndar kirin

Admin L
Nivîskar
📅 15 hezîran 2021 14:31

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê, li devera Newsûd ya Kirmaşanê du kolberên Kurd birîndar kirin.

Li gor Malpera Mafên Mirova ya Hengawê diyar kiriye, do li nêzîkî nahiya sînorî ya Newsûdê li parêzgeha Kirmaşanê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de 2 kolber birîndar bûn ku her du jî birayên hev in. Navê yekê Beşîr Ehmedzade ye û navê yê din jî Besîr Ehmedzade ye û xelkê gundê Dişe yê bajarê Pawe ne.

Li gorî agahiyan, yek ji wan kolberan ji piyê xwe û yê din jî ji serê xwe birîndar bûye.

Parve bike: