TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdarên Îranê kolberekî din ê Kurd kustin

Admin L
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2021 14:33

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd kuştin.

Malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, pêr li devera sînorî ya Bêtûşê, li nêzîkî bajarê Serdeştê pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî zanyariyan, di wê êrîşê de kolberek bi navê Jiyan Elîpûr hat kuştin.

Ew kolberê hatiye kuştin, xelkê gundê Bêjwê yê Serdeştê û bavê du zarokan bûye.

Parve bike: