TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdarên Îranê kolberekî din ê Kurd kustin

Admin L
Nivîskar
📅 01 sibat 2021 17:30

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê, li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberek kuştin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, îro danê sibê pasdarên Îranê li zozana sînorî ya Hengejal ya bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, komek kolberên Kurd dan ber guleyan.

Agahî didin zanîn, di wê êrişê de kolberek hat kuştin.

Navê wî kolberê ku hatiye kuştin, Haşim Hesenî ye û xelkê gundê Mencîlan yê Bane bû.

Parve bike: