TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdarên Îranê kolberekî Kurd bi giranî birîndar kirin

Admin L
Nivîskar
📅 04 berfanbar 2021 16:37

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek birîndar kirin.

Pêr li zozana sînorî ya Dolebî li bajarê Serdeştê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan û di encama wê gulebaranê de, kolberekî Kurd bi navê Yaqûb Gilêneyî birîndar bû.

Ew kolberê ku birîndar bûye, xelkê gundê Gilêne yê Serdeştê ye û tê gotin ku birîna wî kûr e.

Parve bike: