Kurdistan
Pasdarên Îranê kolberekî Kurd ê bavê du zarokan kustin
PeyamaKurd – Pasdarên Îranê, li Selmas yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd kuştin.
Li gor Malpera Mafên Mirova ya Hengawê diyar kir, do pasdarên Îranê, li deverên sînorî yên bajarê Selmasê, kolberekî Kurd di dema kolberiyê de kuştin.
Kolberê hat kuştin bi navê Ferzad Sedozade (41 salî) bavê du zarokan bû û li nêzîkî gundê xwe Kozereşê yê Selmasê hatiye kuştin.