TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdarên Îranê li Serdestê kolberekî Kurd kust

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2021 02:30

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku pasdarên rejîma Îranê li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd kuştin.

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan eşkere kir, şeva borî li devera Dolebî ya bajarê Serdeştê pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Hat ragihandin ku di wê êrîşê de kolberek bi navê Umîd Mihemedzade hat kuştin.

Umîd xelkê gundê Girwîs ê qezaya Rebet ya Serdeştê ye û 39 salî bû. Umîd bavê 3 zarokên 12 û 7 û 5 salî bû.

Li gorî amarên Hengawê tenê di nav hefteya borî de 4 kolber ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine kuştin.

Parve bike: