Kurdistan
Pasdarên rejîma Îranê 4 kolberên din kustin
PeyamaKurd - Pasdarên rejîma Îranê li bajarên Serdeşt û Pîranşar yên Rojhilatê Kurdistanê 4 kolberên din kuştin.
Li gorî zanyariyan, îro danê sibê pasdarên Îranê li Serdeşt û Pîranşarê kolberên kurd yên ku ji bo rizqê mala xwe û debarê kolberiyê dikin, gulebaran kirin.
Di encama gulebarana pasdaran de, li devera Qelereş ya Serdeştê 3 kolber hatin kuştin û li devera Zêwe ya Pîranşarê jî kolberekî din hat kuştin.
Navê kolberên ku li Serdeştê hatine kuştin; Zanist Hesennejad, Zanko Ehmedî û Sirûş Melkarî ye.
Kolberê ku li Pîranşarê hatiye kuştin jî, navê wî Celal Xizirî ye ku hê jî termê Celal nedane malbatê.