Pasevanekî Berhem Salih mirî hat dîtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku termê pasewanekî serokomarê Iraqê Berhem Salih yê bi navê Resûl Pîrot ê temen 25 salî li nehiyeya Sengeser a Raperînê hat dîtin.
Li gorî zanyariyan îro li deşta gundê Zengelanî ya bajarokê Sengeser a bi ser îdareya serbixwe ya Raperînê, termê hemwelatiyekî 25 salî yê bi navê Resûl Pîrot ku bixwe pasevanê serokomarê Iraqê bû hate dîtin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirine ku Resûl Pîrot molet wergirtiye û çûye mala xwe ku mala wî jî li gundê Zengelan a nehiyeya Sengeser e.
Derbarê sedema mirina wî de agahiyên zelal nînin û dibe bi krîza dil, an jî ji ber sedemeke din jiyana xwe ji dest daye. Hatiye diyarkirin ku li gel pez bûye û li wir jiyana xwe ji dest daye.
Polîsê Ranya Şoreş Îsmaîl ragihandiye, îro termê hemwelatiyê bi navê Resûl Pîrot li deşta gundê Zengelan hatiye dîtin, wan wek polîs ti karek li ser nekiriye û termê wî ji bijîşkê dadî yê Ranya re hatiye şandin.