Kurdistan
Pasinyan cejna Mesrûr Barzanî bi nameyekê pîroz kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan bi namayekê Cejna Remezanê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz kir.
Hate ragihandin ku nameya Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan îro 11ê Nîsanê di roja duyem a Cejna Remezanê de gihîştiye Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku tê de cejna wî pîroz dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin, di nameya Serokwezîrê Ermenistanê de hatiye gotin, “Bi helkeftina cejna Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahîyê li we dikim û daxwaza bextewerî û saxlemiyê ji bo cenabê we dikim”.
Serokwezîrê Ermenistanê herwiha gotiye, “Em daxwaza berdewambûna aştî û xêr û xweşiyan ji bo dostên xwe, xelkê Herêma Kurdistanê, dikin”.