PDK: “Biryara me dê li gor berjewendiya Kurdistanê be”
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku derbarê beşdariya Kurdan di hikmûmeta nû ya Iraqê de şanda PDK û YNKê dê li Bexdayê biryara xwe ya dawî bide ku tevlî kîjan hevpeymaniyê bibe, ku ew biryar dê di berjewendiya Herêma Kurdistanê de be.
Îro birêveberiya Serok Mesûd Barzanî, Encûmena Rêveberiya PDKê civiya û piştî civînê Nêçîrvan Barzanî ji medyaya Kurdistanê re ragihand: “Me di civîna xwe de behsa beşdariya di hikûmeta nû ya Iraqê de kir û me ev yek gotûbêj kir.”
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Emê sibe ligel YNKê jî bicivin û em hêvîdar in partiyên din ên Kurdistanê jî ligel me bin li Bexdayê û pêwîst e beriya civîna parlamentoya Iraqê em biryara xwe ya dawî bidin ku em ligel kîja hevpeymaniya Iraqê bin. Lê emê wê biryarê bidin ya ku di berjewendiya Herêma Kurdistanê de be.”
Cîgirê serokê PDKê derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî ragihand: “Hilbijartin dê di wextê xwe de birêve biçin û piraniya aliyên siyasî jî vê yekê dibêjin.”