TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK: Civîna îro ya parlamentoyê, ji bo hemû aliyan berpirsiyarî ye

Admin L
Nivîskar
📅 26 adar 2022 17:34

PeyamaKurd Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî diyar kir: “Civîna îro ya parlamentoyê, ji bo hemû aliyan berpirsiyarî ye û em hemû hewldanên xwe dikin ji bo civîn were kirin.”

Viyan Sebrî destnîşan kir: “Rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê girîng e, ji bo hemû aliyan berpirsiyarî ye, li gor biryara Dadgeha Federal a Iraqê, divê 220 parlementer di rûniştinê de amade bin ji bo temambûna rêjeya yasayî, em bi hemû aliyan hewl didin civîn were kirin.”

Sebrî eşkere kir: “Hevpeymaniya me (Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman) heye, parlamenterên hevpeymaniyê niha li parlamentoyê amade ne, em hêvî dikin aliyên din jî beşdarî civînê bibin.”

Di berdewamiyê de Herwiha da zanîn: “Ev civîn berpirsyariya dîrokî ye û bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ve girêdayî ye, hemû gelên Iraqê li bendê ne.”

Parve bike: