TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK dixwaze Parlamentoya Kurdistanê bilez bicive

📅 01 nîsan 2018 02:43

PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz kir ku Parlamentoya Kurdistanê neasayî bicive û qanûna mûçeyan derxîne.

Koma PDKê li Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî daxwax ji Serokatiya Parlamentoyê kir ku civîneke neasayî li dar bixe û yasaya li ser rastkirina meaşan derxîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew piştgiriya çaksaziyan dikin û ji bo zûtirîn dem ev mijar were çareserkirin divê parlamento bicive.

Parve bike: