Kurdistan
PDK: Eger kontrola Kerkûke bi pêsmerge re bê kirin…
PeyamaKurd- Cîgirê serokê meclisa Germiyan û Kerkûkê yê PDK yî Diyarî Huseyîn ragihand ku jiyana Kerkûkê normal bibe, asayîşa bajêr ji aliyê Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi awayeka hevpar bê teminkirin, wê karibin tevlî hilbijartinan bibin. Huseyîn weha ragihand:
“Eger jiyana Kerkûkê normal bibe, îdare dewrê sîvîlan bibe, ew hêzên ne rewa hemû ji Kerkûkê vekişin û asayîşa bajêr ji aliyê Pêşmerge û artêtêşa Iraq ê ve bê temînkirin wê karibin tevlî hilbijartinê bibin. Divê PDK karibe li Kerkûkê bi serbestî baregeha xwe veke, meclisa bajêr ya Kerkûkê dagere bajêr û xebata xwe ya normal dewam bike.”