TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK: Em besdarî hilbijartinan nabin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 18 adar 2024 17:39

PeyamaKurd - PDKê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew beşdarî hilbijartinên Parlamena Kurdistanê nabin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyeke lezgîn ragihand û got: “Em beşdarî hilbijartinên ku bi awayekî neyasayî hatine ferzkirin nabin.”

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê hejmara kursiyên li Parlamentoya Kurdistanê kêm kiribû û 11 kursiyên kotaya pêkhateyên Herêma Kurdistanê betal kiribû.

PDKê diyar kir ku wan piştî biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê ev biryar daye.

PDKyê di daxuyaniya xwe de got: “Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de, ji ber bi awayekî neyasayî hatine ferzkirin, beşdarî van hilbijartinan nabin.”

Parve bike: