TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK: "Em ê bi hemû terefan re hevdîtin bikin"

Admin M
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2024 23:36

PeyamaKurd – Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hawramî di civîna çapemeniyê de ragihand ku ji bo li hemberê hemû zahmetiyan rawestin dê heyetekî ava bikin û bi temamê terefan re hevdîtinan bikin. Hewramî got:

“Ti mafekî me tine ku di mijara diyalogê de, ti terefekî veto bikin û wê deriyê me ji temamê terefan re vekirîbe û em ê li ser vê bingehê heyetekî ava bikin. PDK, piştî hilbijartinê, ji bo em karibin berxwedanê bikin, em li sloganên aştî, refah û yekîtiyê xwedî dertên

Ji bo me gelek girînge ku ji bo riha Kurdistanî di 4 salên bê de, bi riha ‘Yek herêm, yek hukumet, yek parlemento û yek hêza Pêşmerge’ destnîşan bikin û biafirînin.”

Hewrami, ragihand ku PDK bernameyekî ji bo kabîna 10em ragihandibû û got:

“Bernamên partiyên din çêbûn û ji ber wê di navbera bernamên me de, babetên hevpar hene. Ji ber wê, girînge ku em karibin bingehekî hevpar peyda bikin. Wê PDK bi temamê terefan re li ser bernama xwe biaxife.”

Parve bike: