TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK: Em hatine destê dostaniyê dirêjî hemû aliyan bikin

Admin H
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2019 20:29

PeyamaKurd - Berdevkê fermî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed got, ew dê destê dostaniyê bo hemû aliyan dirêj bikin.

Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed piştî civîna bi beşdariya Sekreterê PDKê Fazil Mîranî û Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahadîn Behadîn da xuyakirin, “Em hatine destê dostaniya xwe û Yekgirtû bo hemû aliyekê dirêj bikin û bi hev re li hember vê qonaxê rawestin ku em pêşbînî dikin dê hin bûyer pêk bên û divê em nebin sotemenî.’’

Mihemed di berdewamê de destnîşan kir, “Em di civakekî dijîn ku her çend hin cudayiyên fikrî, civakî û siyasî di navbera me de hebin jî, pêwîstiya civakê bi hebûna me hemûyan heye, çi li desthilatê be, çi li opozîsyonê bin. Hin berjewendiyên bilind ên niştimanî û netewî hene ku divê em biparêzin.’’

Parve bike: