TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK: Em li benda YNKê ne û bijardeya hilbijartina pêşwext jî li ser masê ye

Admin H
Nivîskar
📅 27 nîsan 2026 19:07

PeyamaKurd - Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Dr. Muhemed Xurşîd ragihand ku partiya wan deriyê danûstandinan ji bo avakirina kabîneya 10an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê negirtiye.

Li gorî nûçeya Rûdawê Xurşîd destnîşan kir ku wan ji bo çalakkirina parlamentoyê hewleke zêde daye, lê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi zanabûn dibe asteng.

Serkirdeyê PDKê hişyarî da ku eger ev xitimbûna siyasî berdewam bike, ew ê serî li rêkarên din bidin ku yek ji wan jî vegera ser raya gel û encamdana hilbijartineke pêşwext e.

‘Em li ser bingeha 23 kursiyan bi YNKyê re diaxivin’

Dr. Muhemed Xurşîd li ser hîmê danûstandinan xaleke girîng eşkere kir û got: "Me li ser bingeha 23 kursiyên YNKyê danûstandin kirine, ne li ser bingeha 38 kursiyan."

Xurşîd tekez kir ku PDK wekî hêza yekem a serkeftî mercên aliyên din qebûl nake û divê her aliyek li gorî berkeftiyên xwe û dengên xwe beşdarî hikûmetê bibe.

Xurşîd diyar kir ku pêwendiyên wan û YNKyê niha ne di qonaxeke baş de ne, lê anî ziman ku hîn hêviya wan ji bo gihîştina peymanekê heye û divê YNK ji bo aramiyê gavan biavêje.

Parve bike: