PDK: Ew kesê bibe parêzgarê Nînowayê divê xizmetguzarîyan pêskês bike
PeyamaKurd - Berpirsê PDKê li bajarê Mûsilê behsa rewşa bajêr dike û teqez kir ku, her kesê ku bibe parêzgarê Mûsilê divê xizmetguzarîyan pêşkêşî xelkê wê bike.
Berpirsê liqê 14ê yê PDKê li bajarê Mûsilê Elî Xelîl Bêtkarî ragehand ku, îro yekşemê (24.03.2019) Parlamentoya Iraqê deng li ser mayîn yan dûrxistina parêzgarê Mûsilê ji kar dide, gelek gazin ji parêzgarê Mûsilê dihên kirin, lê daxwaza me weke PDKê her kesê bibe parêzgarê Mûsilê divê xizmetguzarîyê pêşkêşî xelkê wê deverê bike.
Berpirsê PDKyî Elî Xelîl Bêtkarî da zanîn ku, posta parêzgar ya erebane û wan pişka xwe weke serokê encûmena parêzgehê wergirtiye.
Herwiha wî berpirsê PDKê got jî ku, artêşa Iraqê û polîs çavdêrîya rewşa ewlehîya bajarê Mûsilê dikin lê heta astekê metirsiya DAIŞê heye û nîşaneyên wê yê nivistî bi nehênî kar dikin lê daxwaza xelkê ew ku, rewşa ewlehîyê baş be û xizmetguzarî bihên pêşkêşkirin.