TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK hemû baregehên xwe yên Kerkûkê ji nû ve vedike

Admin H
Nivîskar
📅 27 tebax 2023 13:01

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li Kerkûkê ku piştî bûyerê Cotmeha 2017an hatibûn girtin, ji nû ve têne vekirin û dest bi xebatên xwe dikin.

Li gor zanyariyan aliyên ku li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê ne, Eniya Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî ne û ew jî beriya hilbijartinan dijberiya vegera PDKê dikin.

Hêjayî gotinê ye, berî 20 rojan Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman da ku baregehên Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk - Germiyanê werin valakirin û ji wan re hatiye gotin ku mafê PDKê ye baregehê xwe werbigire û dibe ku di demek nêzîk de baregeh were valakirin û radestî PDKê were kirin.

33 baregehên PDKê li Kerkûkê hene û piranîya wan hatine valakirin û moleta PDKê jî heye ku li Iraqê karê siyasî bike.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ên Kerkûkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hemû baregehên xwe yên li wî bajarî vala kirin û ew der weke bajarekî dagîrkirî bi nav kir. Piştî avakirina hikûmeta Sûdanî û lihevkirina li ser rêveberiya dewletê, PDK dixwaze vegere Kerkûkê.

Parve bike: