Kurdistan
PDK îsal kongre ya xwe dike
PeyamaKurd- Rêvebiriya serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê piştî civîna xwe kir, ragihand ku wê îsal kongreya xwe bike. Civîn di bin serokatiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de hat kirin. Di civînê de li ser halê Kurdistanê, herêmê û gelek bûyerên siyasî hat axaftin û di encamê de biryara kongreyê hat dayîn. Di beyana PDK ê beşek jê wehaye:
“Gelek girîng e ku partiya me li hemberê pêşdeçûnên bilez yên herêmê, bo lihevbûna navxwe û derveyê xwe, divê beşên partiyê xebatên baş bikin û fedakariyan bikin. Bi vê sedemê rêvebiriya serokatiya partiyê biryar daye ku di sala 2020an de kongreya xwe bike. Di vê çarçoveyê de erk (desthilatî) hat dayîn bo polîtburoya partiyê ku xebatên pêdivî bike.”