TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK jî encama hilbijartinê li Silêmaniyê red dike

📅 13 gulan 2018 03:03

PeyamaKurd - Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK ) Hemîn Hewramî got: “Dengên Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi sextekariyeke mezin hatiye zêdekirin.” 

Hêmin Hewramî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihand, ku guman heye li Silêmanî û Helebceyê bi “sextekariyeke mezin” hejmartina dengan bi berjwendiyên YNKê hatibine guhertin.
 
Hewramî got: “Pir ne bi mantiq e ku dengên YNKê li hemû partiyên din ên weke PDK, Goran, Komel, Hevpeymanî û Nifşê Nû tev de zêdetir be. Lewma divê deng bi dest werin hejmartin.

Parve bike: