Kurdistan
PDK li Mexmûrê wek partiya yekem bi ser ket
PeyamaKurd – Di hilbijartinên encumenên navçeya Mexmûrê de, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piraniya dengan bidest xist û piştî wê jî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) tê.
Li navenda Mexmûrê 5 sindoq hatin danîn.
Li gorî encamên yekem ên nefermî PDKê 2 hezar û 101 deng standiye. YNKê hezar û 915 deng standiye.
Li bajarê Kerecê PDKê 2 hezar û 100 deng û YNKê jî 280 deng bidest xistin.
Nûnerê PDKê yê Rêxistina Mexmûrê Kirekar Şakir serketina wan li alîgirên partiyê pîroz kir.