Kurdistan
PDK: Li Mûsilê 10 gundên Kurda hatin avakirin
PeyamaKurd- Rayedarên PDK ê ragihandin ku li Mûsilê li deverên Sihêla û Zûmarê 10 gundên Kurdan ji nû de hatin avakirin û xelkên van gundan dest bi çûna bicîhbûna gundên xwe kirin.
Berdevkê PDK yê Zûmarê Azad Badû bo BasNews ê ragihandiye ku piştî pêşmerge li devera Sihêla û Zûmar ê xurt bûye û ewlekariya herêmê baş bûye, ew gundên Kurda yên ku ji DEAŞ ê hatin valakirin ji nûde hatine avakirin û teslîmê Kurdan hatine kirin.
Azad Badû ragihand ku ji 18 gundên Kurdan 10 ji wan hatine avakirin lê hinek gund di kontrola Haşdî Şabî de ne. Badû bang li hukumeta Bexdayê kir û got bila gundên xelkê ava bikin da xelk dagere malên xwe.