TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK: Me li ser kêseyan, bi Yekgirtûyê re li hev kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 14 berfanbar 2022 20:00

PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ve bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin ku PDK û Yekgirtûyê, di mijara çareserkirina pirsgirêkan de li hev kiriye.

Di civîna îro ya şanda bilind a PDKê ku ji Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Hoşyar Zêbarî û Cafer Êmînkî pêk dihat û li Hewlêrê hat rêvebirin de ligel Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn guftûgo hatin kirin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed û Rêveberê Encûmena Cibicîkirinê ya Yekgirtûyê Xelîl Îbrahîm, bi rêya  civîneke çapemeniyê agahî dan û Mehmûd Mihemed ragihand ku di civînê de rewşa navçeyê û Herêma Kurdistanê û çawaniya dîtina çareseriya pirsgirêkan hatine nirxandin.

Mehmûd Mihemed da zanîn ku PDK û Yekgirtûyê, li ser çareserkirina pirsgirêkan bi yekrêziyê li hev kiriye û tekez kirine ku tu pirsgirêkeke wan ligel Yekgirtûyê tuneye û roleke baş a Yekgirtûyê li Herêma Kurdistanê heye.

Her wiha li ser pirsgirêkên navbera PDK û YNKê, Berdevkê PDKê tekez kir ku divê kêşeyên navbera herdu aliyan, bi rêya dan û stendinan bên çareserkirin û herdu alî guh bidin hev û din.

Mihemed li ser mijarê got, “Pêwîst e YNK û PDK, bi rêya medyayê têbîniyan arasteyî hev û din nekin û PDK jî bi rêya medyayê bersiva YNKê nade.

Parve bike: