Kurdistan
PDK: Serkeftina Hosyar Zêbarî ya hilbijartina serokomariya Iraqê misoger e
PeyamaKurd - Endamê şanda danûstandinkar ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şivan Mihemed Teha got, ew ji bo serxistina namzedê xwe yê serkomariyê dixebitin û serketina wî jî misoger e.
Li gorî nûçeya BasNewsê endamê şanda danûstankar ya PDKê li Bexdayê Şivan Mihemed Teha gotiye, vetoya me li ser çi aliyekî nîne û em bi her kes û aliyekî re hevdîtin û diyalogê dikin.
Herwiha Mihemed Teha daye zanîn, “Hilbijartina serkomar prosyeke demokratîk e. Em li deriyê her kes û aliyekî didin.”
Endamê şanda PDKê destnîşan kiriye ku serkeftina namzedê PDKê Hoşyar Zêbarî misoger e lê ew dîsa jî bo serxistina wî dixebitin.