Kurdistan
PDK û Goran îro li ser du mijarên sereke dicivin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro şandên danûstandkar ên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê ji bo gotûbêjkirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin.
Di civîna PDKê û Goranê ya hefteya borî de, herdu aliyan biryara lijneyên hevbeş bo dabeşkirina postan û danîna bernameya kabîneya nû wergirtibûn.
Li gor zanyariyan di civîna îro ya Goran û PDKê du mijarên sereke dê werin gotûbêjkirin, ku mijara yekem bernameya kabîneya 9an a hikûmetê ye û mijara duyem jî pîvanên dabeşkirina postên hikûmetê ne.
Hat zanîn ku Tevgera Goranê lîsteyeke daxwaziyan jî amade kiriye ku îro radestî şanda PDKê bike.